QSD: 3 çeteyên êrişî hêzên me kirin hatin girtin

QSD`ê ragihand ku di êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî dewriyeyeke wan de, şervanek û jinek şehîd bûne û hinek welatiyên din birîndar bûne. QSD′ê got, 3 êrişkar hatine girtin.

QSD: 3 çeteyên êrişî hêzên me kirin hatin girtin
29 tebax, 2023   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) agahiyên din der barê roja sêyemîn a operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de li ser malpera xwe ya fermî parve kir.

Navendê da zanîn ku 3 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin û di nav wan de serçeteyek heye. Ev çete tev hin çeteyên din li gundê Seda yê li ser rêya di navbera bajarokê El Sewr û Megredeyê de li bakurê Dêrazorê êriş dewriyeyeke QSD`ê kirin.

Li gor navendê, hêzê çekên di destê êrişkeran de desteser kirine.

Her wiha aşkera kir ku di êrişê de şervanek û jinek şehîd bûne û gelek gundî birîndar bûne.

Bi vê daneyê re hejmara çeteyên ku QSD`ê ji destpêka operasyonê ve di 27`ê Tebaxê de, girtina gihaşt 11 çeteyan û 8 bazirganên narkotîkê û 3 çeteyên êrişker hatin kuştin.

(şx)