Şêniyên Til Temirê sersaxî da malbata şehîd Ebdulwekîl Misto

Şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê sersaxî da malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulwekîl Misto ku di dema pêkanîna erka xwe de şehîd bûbû.

Şêniyên Til Temirê sersaxî da malbata şehîd Ebdulwekîl Misto
Şêniyên Til Temirê sersaxî da malbata şehîd Ebdulwekîl Misto
Şêniyên Til Temirê sersaxî da malbata şehîd Ebdulwekîl Misto
Şêniyên Til Temirê sersaxî da malbata şehîd Ebdulwekîl Misto
29 tebax, 2023   14:31
HESEKÊ

Pêkhateyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ji bo sersaxiyê bidin malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulwekîl Misto ku di 26'ê Tebaxê de di dema pêkanîna erka xwe de li gundê Til Fêda yê başûrê navçeyê şehîd bûbû, berê xwe da konê sersaxiyê.

Di serî de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Mihemed Nûrî sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêya wî da.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên navçeyê Îmad El Hesen jî diyar kir ku hêzên ewlekariyê rêya şehîdan dişopîne û hewl dide jiyaneke bi rûmet ji xelkê herêmê re peyda bike.

Her wiha, endamê Kongra Star a navçeyê Zehra Emîn wiha axivî: "Şehîd bingehên welatan in û em fedakariya wan ji bîr nakin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ronat Tirbespiyê destnîşan kir ku şehîd ji bo avakirina welêt û parastina destkeftiyên, ruhê xwe feda dikin û soza berxwedana li hember êrişan da.

Dûre endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-El Natûra Musab El Xeter soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Merasîm bi siloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA