Li 14 herêmên Bakur qedexe hat ragihandin

Li Şirnexê û navçeyên Cizîr, Silopiya, Qilaban, Basa û Elke yên Bakurê Kurdistanê bi hinceta "ewlekariyê" li 14 herêman qedexe hat ragihandin.

Li 14 herêmên Bakur qedexe hat ragihandin
29 tebax 2023   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku 14 herêmên li ser sînorê Şirnex, Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê bi hinceta “ewlekariyê” ji bo 15 rojan weke “herêmên ewlehiya taybet a demkî” hatine ragihandin. Walîtiyê da zanîn ku qedexe ji 29’ê tebaxê (di nav de ye) heta 12’ê îlona (di nav de ye) 2023’yan dê bidome.