Li taxa Eşrefiyê ya Helebê pevçûn derket: kesek hat kuştin

Di encama pevçûnekê navbera malbata Hezûrî û ya Ehmed Subhî Begarî de li beşeke taxa Eşrefiye ya Helebê ku di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ye kuştî û birîndar çêbûn.

Li taxa Eşrefiyê ya Helebê pevçûn derket: kesek hat kuştin
28 tebax 2023   18:22
HELEB

Pevçûna çêbûye, xemsariya hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê li hember mîna van bûyeran nîşan dide. Ji ber ku destwerdan nekir û her du malbat ji hev nekirin. Lê li aliyekî din, ji tirsa ku xwepêşandan li dijî hikumetê derkevin, hebûna hêzên xwe li deverên giştî yên bajêr zêde dike.

Çavkaniyek da zanîn ku de li beşeke taxa Eşrefiye ya di bin kontrola hikumeta Şamê de malbata Hezûrî û malbata Ehmed Subhî Begarî ji ber nakokiyeke berê bi hev ketin.

Heman çavkanî piştrast kir ku di encama nakokiya berdewam de, kesek hat kuştin û 2 kesên din birîndar bûn. Li gel wê tirs û xof di navbera niştecihên taxê de belav bû.

Her wiha agahiyên der barê zirarên madî de nehatin bidestxistin.

(mh/şx)