Dayikên şehîdan: Em ê bi hevgirtina xwe li hemberî xiyaneta PDK'ê bisekinin

Dayikên gerîlayên şehîd tevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got, ew ê bi hevgirtin û yekitiya xwe li hemberî xiyaneta PDK'ê bisekinin.

Dayikên şehîdan: Em ê bi hevgirtina xwe li hemberî xiyaneta PDK'ê bisekinin
28 tebax 2023   23:36
QAMIŞLO

Ligel êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, malbata Barzanî di 24'ê Tebaxê de bi wezarê karên derve yê Tirk Hakan Fîdan re civiya.

PDK'ê tevahî cûryên destekê dide dewleta Tirk a dagirker ku êrişê Kurdan bike û sûcên dagirkeran yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê rewa dike.

Dayika gerîlayê şehîd ê bi navê Bilind Çiya, Sedîqa Osman anî ziman ku xiyaneta PDK'ê ya li Kurdan xizmetî berjewendiyên dijminên Kurdistanê dike.

Sedîqa Osman got divê PDK'ê bizanibe ku bi hilbijartina xeta xiyanetê li gerîla û doza kurdî xiyanetê li xwe jî dike û wiha dom da axaftina xwe: ''Em ê bi yekitiya xwe ya neteweyî li hemberî vê xiyanetê  bisekinin. Em xeta ajantiyê qebûl nakin ku dijmin wekî derfetekê ji bo tunekirina doza me bi kar tîne. "

Sedîqa Osman di dawiyê de got: "Em dayikên şehîdan em ê li hemberî çi kesên ku hewl didin doza me bikin hedef û destkeftiyên şehîdên me û berxwedana zarokên me têk bibin, rabin."

Dayika şehîd Reşîd Remo, Fesla Omer jî diyar kir ku gerîla fedaîyên vî welatî ne ku Kurdistaneke dagirkirî û parçekirî qebûl nakin, ji ber vê yekê li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin Her wiha got, gerîla di rêya azadiyê de bi hezaran şehîdan dane.

Fesla Omer destnîşan kir ku tevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re xiyanet li armanca avakirina Kurdistaneke azad e û wiha dom da axaftina xwe: "Em malbatên şehîdan em ê bi hevgirtin û yekitiya xwe ya neteweyî li hemberî vê xiyanetê bisekinin. Em amade ne berdîlên din bidin. Em soz didin em ê destek û piştgiriyê bidin gerîlayên ku doz û hebûna me diparêzin."

Dayika şehîd Mehmûd Mihemed (Leheng) Henîfa Hesen got, PDK'ê ji bo berjewendiyên xwe yên madî gelek peymanên xiyanetê îmze kirin û beşdarî gelek peymanên kirîn û firotina herêman Kurdan bi dewleta Tirk a dagirker re bû.

Henîfa Hesen anî ziman ku tişta PDK'ê dike ajantiya ji dijminên doza kurdî re ye da ku tevahî tevgerên Kurdan ên ku banga Kurdistaneke azad dikin, têk bibin. Henîfa Hesen ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê tevahî Kurd vê yek bizanbin û li hemberî wê bisekinin, ji ber ku ev kiryar xizmeta doza wan nake. Em xiyanetê di nava xwe de qebûl nakin. Em ê serî ji siyaset û planên ku li dijî doza me têne kirin û xizmeta berjewendiyên dijminên welatê me dikin, natewînin. Em ê li ber xwe bidin û tê bikoşin. Ji xiyanetê re êdî bes e."

Dayika şehîd Orhan, Zubeyda Ehmed jî got: "Em ê li hemberî çi kesên hewl didin doza me bikin hedef, bisekinin. Em xiyanetê qebûl nakin. Em ê nehêlin PDK'ê di vê xiyanetê de berdewam bike ku hebûna Kurdan dike armanc."

Hêjaye bi bîrxistinê, di 28'ê Tebaxa 2021'ê de komeke gerîla ya ji 7 kesan pêk dihat, dema ku hewl dida ji herêma Qendîlê derbasî herêma Behdînanê bibe, li ser Çemê Zê bûn hedefa êrişa hêzên PDK'ê. Di encama vê kemînê de 6 gerîla şehîd bûn. Gerîlayekî ku xwe xilas kir û xwe gihand yekîneya xwe jî, detayên kemînê parve kirin.

(bb)

ANHA