Şerê hêzên Şamê û Çeteyan: 26 kuştî, 20 birîndar

Li Idlibê di 48 saetên dawîn de ji ber şerê navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên "Ensar El Tewhîd" 19 leşkerên Şamê hatin kuştin, 20 leşker birîndar bûn û 7 çete hatin kuştin.

Şerê hêzên Şamê û Çeteyan: 26 kuştî, 20 birîndar
28 tebax, 2023   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li gundewarê başûrê Idlibê di 48 saetên dawîn de navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên "Ensar El Tewhîd" ên girêdayî Cebhet El Nusra şerekî giran rû da. Di encamê de 19 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 20 leşkerên din birîndar bûn. Her wiha 7 çeteyên koma navborî hatin kuştin.

SOHR`ê da zanîn ku çeteyên "Ensar El Tewhîd" êrişek giran bire ser nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Melaca yê herêma Cebel El Zawiyê yê gundewarê başûrê Idlibê, tunelên wan teqandine û hinek nuqete kontrol kirine.

Li gorî SOHR`ê, hemwextî hewldanên hikumeta Şamê yên vegerandina nuqteyên xwe, balafirên şer ên Rûsyayê jî destwerdan kirine. SOHR`ê ragihand ku li gundê Melacayê şerekî dijwar rû daye.

Duh jî balafirên şer ên Rûsyayê 4 êriş li herêmên Cebel Erbîn, Keferlata û Serce û 2 êriş li bajarokê Fitêra yê Cebel El Zawiyê pêk anîn. Her wiha hêzên hikumeta Şamê bi top û obîsan derdora gundê Kefer Teal ê dagirkirî yê rojavayê Helebê topbaran kir.

(bb)