Şehîdên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn

Pêkhateyên navçeya Çilaxa şehîdên mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê yên di sal û li cihên cuda şehîd bûne bi bîr anîn. Di merasîma bibîranînê de bal li ser yekitiya pêkhateyên herêmê jî hat kişandin.

Şehîdên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn
Şehîdên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn
Şehîdên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn
Şehîdên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn
28 tebax, 2023   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo li hola navenda çandê ya navçeyê ji bo bîranîna 24 şehîdên mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê yên di sal û li cihên cuda şehîd bûne, merasîma bibîranînê li dar xist. Malbatên şehîdan, endamên saziyan, nûnerên partiyên siyasî û hêzên leşkerî jî beşdarî merasîmê bûn.

Piştî rêzgirtinê, endamê rêveber ê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê Çilaxa Sirûr El Şetî axaftin kir. El Şetî bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku bi yekitiya pêkhateyan dê civak û welat werin parastin û herêmên dagirkirî bên rizgarkirin.

El Şetî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser fedakariyên şehîdan û got: “Fedakariyên mezin ên ku şehîdan di oxira parastin û rizgarkirina herêmê de nîşan dane, emanet e. Em soz didin ku vê emanetê biparêzin, heta pêkanîna serkeftinê têkoşînê bidomînin û li hember hemû astengiyan û di serî de êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Divê pêkhateyên herêmê ji bo mayîndekirina jiyana hevbeş û aramî û ewlehiyê, li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk bin.”

Welatiyê bi navê Hisên Hibo jî bi zimanên erebî û kurdî li ser fedakariyên şehîdan helbest got. Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên mîna “Şehîd Namirin” û dirûşmeyên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin, bi dawî bû.

(c)

ANHA