JKŞ: Rojnamevanên jin ên Rojava tên hedefgirtin

Jinên Komunîst ên Şoreşger têkildarî êrişa duh a dewleta Tirk a li ser wesayîta rojnamevanan ragihand ku dewleta Tirk di êrişan de pêşengên şoreşê û jinan dike hedef û wiha got “Rojnamevanên jin ên ku êrişên dagirkeriyê ji cîhanê re radigihînin, kirin hedef.”

JKŞ: Rojnamevanên jin ên Rojava tên hedefgirtin
24 tebax, 2023   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker duh piştî danê nîvro li nêzî xaçerêya gundê Til Şiîr ê li ser rêya Qamişlo-Amûdê, wesayîteka rojnamevanan JIN TV’yê bombebaran kir. Di encamê de karmendekî JIN TV’yê Necmedîn Feysel Hec Sînan şehîd bû û rojnamevaneke kanalê birîndar bû.

Li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanan Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şoreşa jinan didomin û dewleta Tirk di êrişên xwe yên li ser axa Şoreşa Rojava de pêşengên şoreşê û jinan dike hedef.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Şoreşa Rojava şoreşa jinan e. Ji yekemîn kêliya ku çeteyên DAIŞ’ê yên hov êrişî xaka Sûriyeyê kirin, jin bûn ku parastina vê şoreşê kirin û bi alîgirên xwe re tirs xistin nava çeteyan. Şoreşa Rojava ji bo hemû jin û gelên cîhanê bûye roniya hêviyê.

Di dawiyê de hate gotin: "Wek Jinên Komunîst ên Şoreşger me li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk dev ji parastina şoreş û destkeftiyên xwe berneda û bernadin. Li hemberî êrişên li ser kedkarên çapemeniyê û rêhevalên me yên jin, her yek ji me wê hemû êş û şahî, hemû êriş û destkeftiyên li ser vê xakê belav bike û vebêje û cihên wan ên ku vala dibin, tijî bike.”