Rojnamevanên Başûr jî êrişa li dijî ekîba JIN TV`yê şermezar kir

Bi dehan rojnamevanên ji Başûrê Kurdistanê êrişa dewleta Tirk a dagirker a dijî ekîba JIN TV`yê şermezar kir û diyar kirin ku dê dagirker nikaribin rêya rastî û heqîqetê tarî bikin û dengên rojnamegeriya azad qut bikin.

Rojnamevanên Başûr jî êrişa li dijî ekîba JIN TV`yê şermezar kir
24 tebax, 2023   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan rojnamevanên Başûrê Kurdistanê têkildarî êrişa duh ya balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk ya dagirker ya li dijî wesayîteke rojnamevanan li ser rêya Amûdê-Qamişlo, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di êrişê de karmendekê JIN Tv Necmeddîn Sînan şehîd bû û nûçegihana kenalê Delîla Egîd bi giranî birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bêyî ku guh bide yasayên navdewletî û mafên mirov, jinan, zarokan, rojnamevan û welatiyên sivîl dike hedef. Hat gotin ku armanca van êrişan ew e ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku bi pêşengtiya jinan karî çeteyên DAIŞ’ê têk bibe, ji holê bê rakirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Dewleta Tirk a dagirker û qirker, tevî dagirkerî, talankirina jîngehê û guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê, bi rêya çeteyên xwe êrîşên xwe yên li ser jinan rewa nîşan dide û êrîşên xwe yên li ser saziyên jinan didomîne.”

Di beşek din a daxuyaniyê de jî tê gotin, “Em weke rojnamegerên azad ên Başûrê Kurdistanê, kiryarên nemirovî yên dewleta Tirk a dagirker ku jin û rojnamegerên jin dike hedef, bi tundî şermezar dikin. Her wiha piştgiriya xwe ji bo ragihandina azad a Rojavayê Kurdistan û Ajansa JINHA û Jin Tv dubare dikîn. Em bejna xwe li beramberî şehîdan ditewînin. Em dibêjin wê tu dagirker nikaribin rêya rastî û heqîqetê tarî bikin û dengên rojnamegeriya azad qut bikin.”