​​​​​​​Parêzeran serî li dozgeriyê da

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serî li dozgeriyê da.

​​​​​​​Parêzeran serî li dozgeriyê da
24 tebax, 2023   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê dîlgirtî ne Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgerî û girtîgehê da.