​​​​​​​3 bazirganên şûnwaran hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li navçeya Eyn Îsayê ya herêma Firatê 3 bazirganên şûnwaran girtin.

​​​​​​​3 bazirganên şûnwaran hatin girtin
23 tebax, 2023   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî 16′ê Tebaxê 3 bazirganên şûnwaran li Eyn Îsayê girtin.

Li gorî malperê, di encama şopandinê de agahiyên ku teqez dikin ew wî karê qaçaxçîtiyê dikin hatin komkirin, piştre hêzan ew her sê bazirgan girtin û li gel wan 9 alavên dîrokê girtin.

Hêzên têkoşînê ew veguhastin Desteya Dozgeriya Giştî da ku tedbîrên qanûnî yên guncaw li dijî wan pêk bînin.

(fr)