Şehîd Rîm El Casim hate oxirkirin

Şêniyên Tebqayê şervana YPJ′ê Rîm El Casim oxir kir û got ew ê heta pêkanîna azadî û edaletê li tevahî erdnîgariya Sûriyeyê têkoşîna xwe bidomînin.

Şehîd Rîm El Casim hate oxirkirin
Şehîd Rîm El Casim hate oxirkirin
Şehîd Rîm El Casim hate oxirkirin
Şehîd Rîm El Casim hate oxirkirin
Şehîd Rîm El Casim hate oxirkirin
23 tebax, 2023   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Goristana Şehîdan a Tebqayê merasîma oxirkirina şervana YPJ′ê Rîm El Casim hate lidarxistin.

Ji fermandarên QSD′ê Emîre Mihemed di merasîmê de axivî û got: "Fedakariyên şehîdan li herêmên me ewlehî û îstîqrar peyda kir. Bi şehîdbûna her hevalekî/ê israra me ya şopandina rêya têkoşînê zêde dibe da ku armancên şehîdan ên azadî û edaletê pêk bînin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şervana YPJ′ê Rîm El Casim di encama qezayekê de dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, di 21′ê Tebaxê de şehîd bûbû.

(fr)