​​​​​​​Gundewarên Laziqiyê hatin bombebarankirin

Gelek moeşk li gundewarên Qerdaha ya Laziqiyê ketin, di encamê de welatiyek birîndar bû.

​​​​​​​Gundewarên Laziqiyê hatin bombebarankirin
23 tebax, 2023   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di saetên sibehê de gelek moşek li herêmeke gundewarên Qerdaha ya Laziqiyê ketin, di encamê de welatiyek birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Ev cara duyemîn e ku êriş li Qerdahayê tê kirin. Di 23′yê Hezîranê balafireke bêmirov 2 moşekên avêtibûn û li herêma Dahiyê ya li nêzî Qerdahayê ketibûn, di encamê de welatiyek hatibû kuştin û hin jî birîndar bûbûn.

(fr)