Dewleta Tirk 32 malbatên din li Efrînê bi cih kirin

Dewleta Tirk a dagireker bi piştgiriya rêxistina ‘Enser El Filistîniye’ 32 malbatên din li kantona Efrînê ya dagirkirî bi cih kirin.

Dewleta Tirk 32 malbatên din li Efrînê bi cih kirin
23 tebax, 2023   08:10
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyekî ji navçeya Şêrawayê, dewleta Tirk a dagirker 21′ê Tebaxê bi piştgiriya rêxistina ‘Enser El Filistîniye’ 32 malbatên ku piraniya wan Tirkmen in, bi darê zorê ji Tirkiyeyê şandin û li avahiyeke mêtingehiyê ya li Şêrawayê bi cih kirin.

Çavkanî anî ziman ku avahî di vê dema dawî de li gundê Xalidiyê yê li çiyayê Lêlûnê yê li Şêrawayê hatibû avakirin.

Şêniyên Efrînê yên ji 2018′an koçber bûne, diyar kir ku penaberên sûriyeyî yên bi darê zorê ji Tirkiyeyê ber bi Efrînê ve tên şandin û li mal û avahiyên mêtingehiyê tên bicihkirin, nîşaneyeke aşkera ya guhartina demografiyê ye.

(fr)