'Ji talankirin û wêrankirinê re êdî bes e'

Koçberê Efrînê diyar kir ku li gorî ku bi Efrînê re têkildar dibin her demekê hinek di  malên wan de bi cih dibin ji İdlibê û ji xotayê û çeteyên Silatan Mirad her wiha hemû xwezaya Bilbilê û mal û milkê gel hatiye talan kirin.

'Ji talankirin û wêrankirinê re êdî bes e'
23 tebax, 2023   03:41
ŞEHBA-ZEYNEB ŞÊXO

Cemal Îbrahîm yê ji navçeya Bilbilê ye, niha hêviya wî ya di jiyanê de tenê vegerê Efrînê. Cemal ê di 2018 an de koçberî Şehbayê bû di konekê ji konên kompa Berxwedan de jiyan dike, Cemal çîroka mala xwe ya di destê çeteyên dewleta Tirk de ji ajansa me re vegot.

Cemal wiha got: "Dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê re xwest ku demografiya herêmê biguherîne û me ji çand, ziman û nirxê me dûr bixe. Lê em çiqas ji Efrînê koçber bin û gel ji  mal xwe derkeve nikarin guhertinê bidin avakirin. Ji ber ku guhertin ne di nava mal û milk de ye guhertina bingehîn di mêjî de ye. Em ê vegerin û em ê her tiştî mîna berê bikin."

Mal û milkê Cemal di nava destê çeteyên dewleta Tirk de  ye, wan jî daye hinek şêniyên ji Xota û İdlibê hatine Efrînê dane wan û Cemal wiha berdewam kir: "Ez zêde nizanim ku çi bi ser mal û milkê min de hatiye, yê ku zanim nahêlin xizmên min nêzî nava mal û milkê min bibin. Destpêka Efrîn hatiye dagirkirin, xizmên min diçûn nava zêviyan, lê niha nahêlin ku xizmên min jî derbasî nav bidin. Hin darên min jî birîne. Lê ez zêdetir agahiyan li ser nizanim, ji ber ku xizmên ji ber tirsê nikarin bi me re jî bipeyvin."

Cemal diyar kir ku Herêma Efrînê bi giştî hate guhertin, dema ku şêniyên Efrînê vegerin malên xwe wê gelo zanibin ku ev Efrîn e. Efrîna ku bihuşt bû niha bûye erda zuha ku kes nikare lê jiyan bike.

Cemal di dawiyê axaftina xwe de got: " Bila em vegerin mala xwe, me çawa li Şehbayê jiyan da avakirin, em ê ji nû ve li Efrînê jî bidin avakirin û mîna berê bikin û xwezaya wê xweşik bikin. "

ANHA