`rola têkoşîna jinan di birêxistinkirina civakan de`

Yekitiya Jinên Ciwan panelek bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî.. ser bixe azadî" li dar xist. Di panelê de rola jinan di rêxistinkirin û misogerkirina azadiya civakan de bi rêya beşdariya wan di hemû qadên jiyanê de nîqaş kir.

`rola têkoşîna jinan di birêxistinkirina civakan de`
`rola têkoşîna jinan di birêxistinkirina civakan de`
`rola têkoşîna jinan di birêxistinkirina civakan de`
`rola têkoşîna jinan di birêxistinkirina civakan de`
`rola têkoşîna jinan di birêxistinkirina civakan de`
`rola têkoşîna jinan di birêxistinkirina civakan de`
22 tebax, 2023   18:58
HELEB

Yekitiya Jinên Ciwan panel li hola Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a rojhilatê taxa Şêxmqsûd a Helebê li dar xist. Di panelê de endamên yekitiyê û jinên ciwan ên saziyên sivîl û partiyên siyasî hazir bûn.

Di serî de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê têkoşîna jinan û girîngiya pêkanîna azadiya wê û rola wan de di hemû qadên jiyanê de hatin xwendin.

Piştre sînevîzyonek li ser jinan û têkoşîna wan a li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna destkeftiyan hat pêşandan.

Piştre beşdaran mijara panelê nîqaş kir. Endama Yekitiya Jinên Ciwan Fatme Selame der barê de got: "Rola jinan di civakê de ji ya mêran ne kêmtir e, ew jî endameke serke di civakê de ye."

Fatme Selame wiha lê zêde kir: "Her wiha jin di warê siyasî û aborî de jî xwedî roleke girîng e û karîbû guhertineke erênî di van qadan de pêk bîne, azadiya jinan azadiya ramanê ye."

Girêdayî wê mijarê, endama Yekitiya Jinên Ciwam Cîhan Mistefa wiha axivî: "Jinan hertim li hember zehmetiyan li ber xwe dida, lê belê tevî wan jî wan roleke mezin lîst."

Cîhan di dawiyê de got: "Lê belê hin jin hene ev bend û zehmetî red kirin nexasim jinên Kurd ên ku ew bend qetandin û roleke mezin di têkoşînê de lîstin û tevgerên jinan ava kirin."

(mh/şx)