ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-8-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-8-2023
22 tebax, 2023   23:00

Şêniyên Bakur  û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda  li ser Rêber Abdullah û nameyên gefên qetilkirina wî şermezar kirin û got, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê têkoşîn were xurtkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberê Efrînê diyar kir ku li gorî ku bi Efrînê re têkildar dibin her demekê hinek di  malên wan de bi cih dibin ji İdlibê û ji xotayê û çeteyên Silatan Mirad her wiha hemû xwezaya Bilbilê û mal û milkê gel hatiye talan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker demografiya kantona Efrînê ya dagirkirî diguherîne. Welatiyan hişyarî têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê da û got divê li hemberî wan were sekinandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkoler û femînîsta sûdanî Nîmet Koko Mihemed şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û destnîşan kir ku belavbûna wê şoreşê li deverên şer û kirîzan ên Rojhilata Navîn dê roleke girîng di avakirina tevgereke demokratîk a jinan de bilîze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Esed Menan diyar kir ku gelê Efrînê bi planên dewleta Tirk a dagirker û ENKS'ê nayê xapandin û got “Gelê Efrînê yê li Şehbayê dimîne, tu carî Efrîneke ku çete lê hebin qebûl nake.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi dehan ciwan însiyatîfek bi navê "Bandora Orkîd" destpê kir û di çarçoveya wê de bi xêzkirina wêneyên li ser dîwaran, kolanên bajarê xwe xweşik dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)