Li gundekî Yewnanistanê 18 cenazeyên şewitî hatin dîtin

Tîmên agirkujiyê yên Yewnanistanê 18 cenazeyên ku bi temam şewitîne li bakurê Yewnanistanê dîtin. Tê texmînkirin ên penaberan in.

Li gundekî Yewnanistanê 18 cenazeyên şewitî hatin dîtin
22 tebax, 2023   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîma agirkujiyê got wê 18 cenazeyên şewitî li devereke gundewarî ya dûr li başûrê gundê Avantas ê bakurê Yewnanistanê dîtine. Li wê herêmê ji çend rojan ve agir bi daristanan ketiye û heta niha berdewam e.

Dezgehên çapemeniyê yên yewnanî, ragihandin ku tê texmînkirin cenaze yên penaberan e. Herêma Îvros a fireh rêyeke asayî ya penaberan e ku ji Tirkiye bi rêya çemê tê re derbas dibe, derbasî Yewnanistanê dibin.

(şx)