30 kes li Efrîna dagirkirî hatin bicihkirin

Dewleta Tirk a dagirker 30 penaberên sûriyeyî bi darê vegerandin û wan li Efrîna dagirkirî bi cih kirin.

30 kes li Efrîna dagirkirî hatin bicihkirin
22 tebax, 2023   10:06
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih dane zanîn ku dewleta Tirk a dagirker duh 30 penaberên sûriyeyî di deriyê gundê Hemamê yê Cindirêsê re vegerandin û wan li kantona Efrîn bi cih kirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan di destpêka vê Tebaxê de dabûn ajansa me, dewleta Tirk  ji destpêka îsal ve zêdetirî 2 hezar malbat di heman deriyê re vegerandin û wan li Efrînê bi cih kirine.

Çavkaniyan got, leşkerên Tirk 7 kesên hewl dida di sînorê Tirkiyeyê-Sûriyeyê yê li Efrînê re derbas bibin radestî çeteyên xwe kirin û pere ji wan standin.

(fr)

ANHA