Bangên hişyarkirina ji siyasetên ENKS û PDK'ê

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bang li şêniyên Efrînê kir ku bi lîstokên ENKS'ê nexapin û diyar kir ku cezayên DYA'yê yên li ser çeteyên dewleta Tirk a dagirker têrê nakin.

Bangên hişyarkirina ji siyasetên ENKS û PDK'ê
21 tebax, 2023   10:32
HELEB

Endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komînan li Qada Rêbertî ya li beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kom bûn û der barê siyasetên ENKS û PDK'ê yên rewakirina dagirkeriya Tirk de daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê cîgira Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de biryara Wezareta Xezîneyê ya DYA'yê ya cezakirina çeteyên Sultan Silêman Şah (Emşat) û serçeteyê wan Mihemed Hisên El Casim (Ebû Emşe) birayê wî Hisên, koma çete ya Hemzat û serçeteyê wê Seyf Bolad Ebû Bekir erênî nirxand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi sûcên dermirovî, revandin, talankirin, tirkkirin, koçberiya bi darê zorê û guhertina demgorafiyê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî pêk tînin, hat kirin. Hate gotin ev sûc li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ye ku digihêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Saziya Barzanî ku îdia dike saziyeke xêrxwaziyê ye, bi xwe saziyeke îstîxbaratî ya girêdayî PDK'ê ye. Ev sazî xizmeta berjewendiyên Tirkiyeyê yên guhertina demografî, avakirina mêtingehan û koçberkirina Kurdên dike.”

Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku ENKS fermanên mala Barzanî û partiya wê PDK'ê pêk tîne û wiha hat domandin: "PDK'ê li gel dewleta Tirk li dijî projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser disekine û planên dewleta Tirk pêk tîne. Serdana endamê ENKS'ê Ebdulhekîm Beşar bo Efrîna dagirkirî bi armanca rewakirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê ye da ku dagirker kiryarên çewsîner li dijî gelê Kurd ê li Efrînê zêdetir bike, wêneya komên leşkerî yên çete yên terorîst xweşik nîşan bide, her wiha guhertina demografî ya plankiririn û polîtîkayên tirkkirinê xurt bike."

Meclisê bang li deste, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku li gorî madeya 219'an a qanûna nasname û koçberiyê ya DYA'yê komên çete bixe lîsteya terorê û cezayên leşkerî, aborî, dîplomasî li dewleta Tirk bibire ku tevahî destekê dide wan koman û xetereyeke rasteqîn li ser tevahî cîhanê çêdike.

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk tevahî herêmên dagirkirî kiriye herêmên ewle ji komên çete re û got, kujerê Hevrîn Xelef, Hatim Ebû Şeqra di bin parastina dewleta Tirk de bi serbestî tev digere.

Meclisê da zanîn ku civata navneteweyî berpirsê bûyerên ku li herêmên dagirkirî û Efrînê bi taybet têne kirin e û got: “Civata navneteweyî erk û berpirsên xwe yên qanûnî, exlaqî, mirovî û hiqûqî li hemberî dewleat Tirk a dagirker pêk nayîne, ku dewleta Tirk ji herêmên dagirkerî dernaxe û vegere ewle ya koçberan nade.”

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di dawiyê de bang li şêniyên li Efrîn kir ku neyên lîstok û propogandeyên derew ku bi rêya şerê taybet tê kirin û got: "Bi xaka xwe ve girêdayî bin. Kengî hûn bixwazin mal û dilê me yên li Şehba û Helebê ji we re vekirî ne.”

(bb)

ANHA