​​​​​​​Di rojnameyên erebî de xwepêşandanên li dijî hikumeta Şamê û Nîjerê

Xwepêşandanên li parêzgeha Siwêdayê, tevgerên dewletên Ereban ên der barê Sûriyeyê de, her wiha rewşa Nîjerê mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

​​​​​​​Di rojnameyên erebî de xwepêşandanên li dijî hikumeta Şamê û Nîjerê
21 tebax, 2023   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bal kişand ser xwepêşandanên gel ên li parêzgeha Siwêdayê. Hate gotin durziyên li Sûriyeyê bi xurt derbasî qada tevgera civakî ya li welat bûn û bang li tevahî sûriyeyan kir ku li dijî bilindkirina buhayê kel û pelan çalakiyên sivîl li dar bixin. Her wiha hate destnîşankirin ku ev tevgera durziyan pirsan li ser derketina wê ji bêalîbûnê derdixe, nemaze ji ber durziyan dev ji şoreşa Sûriyê berda û tev li rejîmê nebû û ne jî li hember dijberên xwe rawestiya.

Di dewama nivîsê de hate gotin, xwepêşdanên gel berfireh dibin û tevliheviya hikumeta Şamê zêdetir dike. Hate destnîşankirin ku derfeta ku xwepêşdandan dewam bike, piştevaniya serokatiya ruhî ya taîfeya misilmanên yekbûyî yên durzî yê bi serokatiya Şêx Hikumet El Hicrî ji xwepêşandanan re ye. Hate zanîn ku serokê ruhî bang li gelê Sûriyeyê kir ku ji bo pêkanîna guhertin û edaletê bikevin nava tevgerê û  diyar kir ku mafê xwepêşandêran heye daxwaza jiyaneke birûmet bikin.”

‘DIBE KU CIVÎNÊN 'KOMÎTEYA DESTÛRÊ’ LI OMANÊ LI DAR BIKEVIN’

Rojnameya El Weten a nêzî hikumeta Şamê eşkere ku nîşaneyên destpêkirina tevkariyekê komeke dewletên Ereban bi Şamê re hene, da ku cezayên li ser wê werin sivikkirin. Rojnameyê ev nîşane vegerand "dan û standinên nû" ku beriya civîna li Urdinê pêk hatine. Di nivîsê de hate destnîşankirin ku lihevkirin li ser domandina civînên "komîteya destûrê" çêbû ku dibe li şûna Cinêvê li Omanê werin lidarxistin.

‘LI NÎJERÊ ŞERÊ NAVNETEWEYÎ’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da rewşa Nîjerê ya piştî derbeya leşkerî. Di nivîsê de hate gotin: "Derbeya li Nîjerê dibe ku nebe xaleke bingehîn a veguherînê li herêma peravê. Derbe yek ji kevirên ketî yên domîno ye, nemaze piştî  rêzederbeyên li du hev ên li Malî û Burkîna Fasoyê pêk hatin. Li vir mirov dikare bibêje ku ev herêm ketiye nava şerekî blokên jeosiyasî yê mezin, ku bi armanca kontrolkirina parzemîna reş tê kirin."

Di dewama nivîsê de hate gotin: "Ji derveyî berhemên wê yên xwezayî, erdîngariya Nîjerê xaleke navendî ye ku bakur û başûrê Afrîkayê dighîne hev. Eger Nîjerê bikeve ev tê wateya ku dê bloka jeosiyasî ya kevin û dîrokî (Fransa) tevî DYA'yê derkevin û derfet heye ku blokeke nû ya jeosiyasî an ku Rûsya bi rêya Wagnerê derbasî herêmê bibe. Ji xwe Wagne li Malî, Lîbya, Sûdan, Afrîka navîn û hin welatên derdora Nîjerê heye."

(bb)