​​​​​​​Li Idlibê 8 çete hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên hewayî yên Rûsyayê de 8 çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li Idlibê hatine kuştin.

​​​​​​​Li Idlibê 8 çete hatin kuştin
21 tebax, 2023   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê şeva yekşemê 6 êriş li dijî baregeha çeteyên Heyet Tehrîr El Şam a li xaçerêya Kerwîn a li nêzî Idlibê pêk anîn.

SOHR’ê da zanîn ku di êrişê de 8 çeteyên koma navborî hatine kuştin û hinek çeteyên din birîndar bûne û diyar kir ku birîna hin çeteyan giran e, dibe hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

(bb)