Şêniyên Minbicê: Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dê bidome

Beşdarên çalakiya konvendanê ya li Minbicê diyar kir ku ew ê têkoşînê dewam bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Beşdaran destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî binpê kiriye.

Şêniyên Minbicê: Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dê bidome
21 tebax, 2023   09:17
MINBIC

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bi banga azadiya wî ya fîzîkî, li bajarê Minbicê çalakiyeke konvedanê hatiye lidarxistin. Şêniyên ku beşdarî çalakiyê bûne, diyar kir ku ew ê têkoşînê geş bikin heta Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe.

‘BI FELSEFEYA RÊBERTÎ EM Ê TÊ BIKOŞIN HETA AZADIYA WÎ YA FÎZÎKÎ MÎSOGER BIKIN’

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û gundewarê wê Fatima Mihemed Elî got: "Em malbatên şehîdan bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêbertî û bi banga azadiya wî ya fîzîkî me ev kon vedaye, ji ber ku bi saya Rêbertî aştî li herêmên me pêk hatiye û bi saya fikr û felsefeya xwe azadî dame. Rêbertî em hînî dersên li ser fedaîtî û têkoşîna pêkanîna demokrasî û biratiya gelan kiriye."

Fatima diyar kir ku ew jinên Minbicê dê têkoşîn û çalakiyan bidomînin û bi navê Rêbertî bang bikin ta tecrîdê têk bibin û got: "Em soz diddin em ê fikr û felsefeya wî bişopînin heta azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

Fatima Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: "Rêber Abdullah Ocalan rêberê aştî û mirovahiyê ye. Rêbertî ji bo azadiya jinê tê dikoşe û bi fikrê xwe yê azad û demokrat mafên me da me. Em ê li ser xeta Rêbertî bimeşin heta hêviyên wî pêk bînin."

‘DEWLETA TIRK TEVAHÎ QANÛN Û PÎVANÊN NAVNETEWEYÎ DERBAS KIRIYE’

Endamê Însiyatîfa Sûriyeyê- Şaxê Minbicê ya ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî Husam Şewax got bi vexwendin û hemahengiya Meclisa Malbatên Şehîdan û Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ev çalakiya konvedanê ya ji bo sê rojan hatiye lidarxistin. Husam Şewax diyar kir ku ev çalakî bi beşdarbûna şêniyên Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û naskirina rewşa wî ya tenduristiyê ye.

Şewax bi domdarî got: “Ji 30 mehan ve tecrîdeke giran li ser Rêbertî hatiye ferzkirin, hevdîtina malbat û parêzeran jî hatiye qedexekirin. Her wiha der barê rewşa wî ya tenduristî de agahî nayên dayîn.”

Husam Şewax da zanîn ku dewleta Tirk di mûameleya bi Rêber Ocalan re tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî derbas kiriye û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk guh neda temenê Rêber Abdullah Ocalan ku 80 derbas kiriye û bi awayekî neqanûnî wî danerizand. Li cîhanê tu qanûn tune ye ku kesek di vî temenê de 25 salan di girtîgehê de bimîne, nemaze dema ku ev kes ronakbîr, fîlozof û rêberê projeya aştî û biratiya gelan li Rojhilata Navîn be."

Şewax anî ziman ku hemû rêberên siyasî û têkoşerên şoreşger wekî Nelson Mandela û Mihemed Mehatîr Mihemed ku hatin girtin, rastî muameleyekê mîna muameleya bi Rêber Abdullah Ocalan re nehatin. Şewax got: “Mafên van têkoşeran hebûn ku parêzer û malbatên xwe bibînin û bi awayekî asayî rewşa wan tenduristiyê dihatin eşkerekirin. Lê rewşa Rêber Abdullah Ocalan ne zelal û dewleta Tirk hemû cureyên îşkence, zext û gefan lê dikin.”

Husam Şewax di dawiyê de wiha got: “Ji bin vî konê ku wekî nameya têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan e, em soz didin Rêbertî ku em ê têkoşînê bidomînin, em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û naskirina rewşa wî panel, civîn, diyalog, meş û mîtingan li dar bixin.”

(bb)

ANHA