Osman Hec Elî wefat kir

Kedkarê têkoşîna azadiyê Osman Hec Elî ku bavê şehîd Hogir Kobanê ye di encama krîza mejî de wefat kir.

Osman Hec Elî wefat kir
20 tebax, 2023   08:53
KOBANÊ

Osman Hec Elî sala 1940'î li bajarê Kobanê jidayik bû.  Osman Hec Elî bavê 6 kur û 8 keçan e, kurê wî Hogir Kobanê sala 2016'an di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de şehîd bû.

Osman Hec Elî ji ciwantiya xwe di gelek rêxistin û tevgerên kurdî de kar kir, di sala 1960'an de an ku dema yekitiya Sûriye û Misirê bi îdiaya xebatên siyasî dike, hat girtin. Di salên 90'î yên sedsala borî de jî gelek caran ji aliyê îstîxbarata hikumeta Şamê ve hat girtin

Dema ku Rêber Abdullah Ocalan hat Rojava, bi taybetî li gundewarê Kobanê di sala 1979'an de, Osman Hec Elî Tevgera Rizgariya Kurdistanê  û Rêber Abdullah Ocalan nas kir. Her wiha bi kadroyên tevgerê re beşdarî gelek civîn û pîrozbaniyan bû ku li Şam û Lubnanê hatin lidarxistin. Osman Hec Elî di nava 30 salan de xebata rêxistina gel da meşandin.

Bi destpêka Şoreşa Rojava re jî Hec Elî tevî temenê xwe yê mezin karê rêxistinkirina gel domand, di komîteyên lihevanînê de kar kir û pirsgirêkên civakê çareser kir. Her wiha ji sala 2016'an ve di Meclisa Malbatên Şehîdan de jî kar kir.

Osman Hec Elî di temenê xwe yê 83 salî vê sibehê saet  di 04:00'an de ji ber krîza mejî li Kobanê wefat kir. Cenazeyê wî wê îro li goristana gundê Tirmik ê başûrê bajarê Kobanê were veşartin.

(bb)

ANHA