Li Pakistanê êriş û qeza: 29 kes mirin

Li parêzgeha Xeyber Baxtunxwa ya dikeve bakur rojavayê Pakistanê, di wesayîtek ya karkeran de teqîn çêbû. Di encama teqînê de 11 karkeran jiyana xwe ji dest da. Li devera Pencabê jî qezaya trafîkê çêbû, di encamê de bi kêmanî 18 kes mirin.

Li Pakistanê êriş û qeza: 29 kes mirin
20 tebax, 2023   10:11
NAVENDA NÛÇEYA

Li gor medyaya Pakistanê, vê sibehê li parêzgeha Xeyber Baxtunxwa ya dikeve bakur rojavayê Pakistanê, mayînek di jêr wesayîta karkeran de teqiya. Di encama teqînê de 11 karkeran jiyana xwe ji dest da û hin karker jî birîndar bûn.

Heta niha tu aliyek berpirsyartiya êrişê negirtiye ser xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji sala borî ve li deverên cûda yên Pakistanê êrişên çekdarî zêdebûne û çeteyên DAIŞ’ê berpirsyartiya hin ji wan êrişan girtine ser xwe.

Li herêma Pencabê ya rojhilatê Pakisanê kamyoneke barhilgira sotemeniyê li otobusekê qelibî. Hate ragihandin ku di encamê de bi kêmanî 18 kes mirine û 13 kesên din jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya Sky Newsê Arabia, berpirsê polîsan Fehd Ehmed diyar kir ku qeza îro serê sibê li parêzgeha Pencab qewimî û got, kamoya ku ber bi Îslamabadê ve diçû, li otobuseke biçûk ku li kêleka rêya Lahûr-Îslamabad rawestiyabû, qelibî.

Fehed Ehmed ragihand ku di otobusê de 40 kes hebûn.