​​​​​​​Miço Berber wefat kir

Ji kevntirîn berberên li Kobanê û yek ji kesayetên li bajêr naskirî Mistefa Mûsa (Miço Berber) di encama krîza dil de wefat kir.

​​​​​​​Miço Berber wefat kir
19 tebax, 2023   08:37
KOBANÊ

Vê sibehê Mistefa Mûsa di encama krîza dil de li mala xwe ya li Taxa Şehîd Fîras a Kobanê wefat kir. Dê cenazeyê wî li goristana gundê Tirmîk ê başûrê bajêr were veşartin.

Mistefa Mûsa (70) yek ji kesayetên civakî li Kobanê naskirî û yek ji kevntirîn berberên bajêr bû.

Ajansa me demekê berê li ser pîşeya wî nûçeyek çêkiribû. Di nûçeyê de Miço Berber wiha gotibû: "Di sala 1966′an de min dest bi pîşeya xwe kir. Min porê tevahî ciwanên Kobanê çêkiriye."

(fr)

ANHA