Kongreya Tecrubeyên Tevgerên Jinan di roja duyemîn de ye

Kongreya Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî di roja duyemîn de bi rûniştina sêyemîn dest pê kir. "Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan der barê rêwîtiya azadiya jinan de" tê nîqaşkirin.

Kongreya Tecrubeyên Tevgerên Jinan di roja duyemîn de ye
19 tebax, 2023   09:00
BEYRÛT

Kongreya Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî di roja duyemîn a dawîn de dewam dike. Kongre li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi dirûşma "Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî" hatiye organîzekirin. 80 delegeyên jin ên ji 10 dewletan; Tunis, Urdun, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê, şandeyek ji Şengalê û şandeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li kongreyê bûne.

Rûniştina sêyemîn ji hêla lêkolînera Jin, Aştî û Ewlehî Dr.Mey Eclan ve tê rêvebirin.

Di rûniştinê de "Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan der barê rêwîtiya azadiya jinan de" û "Rewşa qanûnî û kiryarên dermirovî yên li dijî ramyar Ocalan li girtîgeha Îmraliyê" tên nîqaşkirin. Piştre dê mijara dawî ya bi sernavê "Pêdiviya têkbirina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê bi çi xebatê heye" were nîqaşkirin.

Kongre wê îro bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA