Xwepêşdanên li herêmên hikumeta Şamê belav dibin

Li herêmên di bin serewriya hikumeta Şamê de xwepêşandan dewam dikin, banga başkirina rewşa debarê û serbestberdana girtiyan hatin kirin.

Xwepêşdanên li herêmên hikumeta Şamê belav dibin
19 tebax, 2023   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Nûçeyan a Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SHOR),  bi sedan niştecihên bajarokê Seyda yê gundewarê Derayê li pêşiya mizgefta Eswed a Mezin a rojhilatê bajarokê xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşanderan banga başkirina rewşa debarê kir  û xwestin girtî werin berdan. SOHR da zanîn ku navenda ewlehiya dewletê ya hikumeta Şamê bombeyê ronahiyê avêtin xwepêşanderan.

SOHR ragihand ku li bajarên Inxil, bajarokê Til Hişab û Selmîn ên gundewarê Derayê jî xwepêşandan li dijî siyasetên hikumeta Şamê hatin lidarxistin û hêzên ewlekariyê yên hikumetê gule berdan da ku xwepêşderan ber belav bikin. Her wiha diyar kir ku li deverên din ên Sûriyeyê xwepêşandan hatin lidarxistin ku gihaştin Cebel Eleweyîn a li peravên Deryaya Spî ya Sûriyeyê.

SOHR ragihand ku bi sedan şêniyên taxa Ceremana ya gundewarê Şamê di roja duyemîn de li qadan in. SOHR da zanîn ku di xwepêşandan de banga hilweşîna rejîmê û serbestberana girtiyan hate kirin. Her wiha diyar kir ku agahî hene ku dê parêzgerê gundewarê Şamê li pêşiya avahiya meclisa bajarê bi şêniyan re bicive û li daxwazên wan guhdar bike.

(bb)