ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-08-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-08-2023
18 tebax, 2023   23:00

- Akademîsyenê Îtalî Federico Venturini diyar kir ku êrişên li ser Rêber Abdullah Ocalan li gel bêdengiya sazî û çapemeniya Ewropayê pêk tên û ev yek cihê şermê ye û got “Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşîna azadî û rûmetê ya hemû mirovan e.” (BI WÊNE).

- Meclisa Til Temirê ya Leşkerî li şûna avahiyeke xwe ku dewleta Tirk a dagirker topbaran kiribû, parkek ava kir û navên şehîdên topbaranê lê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Navenda Kehrebeyê ya Til Temirê dest bi dayîna kehrebeyê ji 5 gundên li eniyên şer re kir.

- Şaredariyên gel ên herêma Firatê li ser pêkanîna 50 projeyên xizmetguzariyê dixebitin, her wiha şaredariya Minbicê ji Tebaxê ve rêyan qîr dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pisporên ji Misirê çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker silav kir û got: "Serkeftin wê para gerîla be." (BI WÊNE).

- Li Beyrûtê Konferansa Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî  ya bi dirûşma "Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî" di roja duyemîn de bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajar û gundewarê Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan konê çalakiyê li qada Yekitiya Werzîşê vedide, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo bîranîna fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê û Rênas Roj yên ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li ser rêya Qamişloyê şehîd bibûn, Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê bi hevkariya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê meşeke girseyî ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ber bi cihê ku lê şehîd bûne ve li dar dixe, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA