​​​​​​​Dayikên şehîdan: Gelê herêmê xwe dispêre gerîla

Dayikên gerîla û yên şehîdan piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gerîla ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker anî ziman û destnîşan kir ku gelê herêmê xwe dispêre gerîla.

​​​​​​​Dayikên şehîdan: Gelê herêmê xwe dispêre gerîla
17 tebax, 2023   23:35
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Gerîlayên azadiyê berxwedaneke dîrokî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dimeşîne, dayikên şehîdên Yekîneyên Jinên Azad – Star (YJA – STAR) piştrast kir ku ew ji bo destekdayîna berxwedana gerîla amade ne çekên keç û xortên xwe hildin.

Dayika gerîlaya YJA–STAR'ê Bêrîvan Cuma (Avzem Çiya), Muntehe Ebdullah destnîşan kir ku dewleta Tirka a dagirker hewl dide bi rêya êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û li dijî gerîla, gelê herêmê qir bike.

Muntehe Ebdullah wiha axivî: "Tirkiye baş dizane ku gerîla hêviya gelê herêmê ya azadiyê ye, ji ber wê jî bi hemû rê û rêbazên nûjen û hin caran çekên kîmyewî li ber çavê seranserî cîhanê bi kar tîne da ku îradeya wan têk bibe."

Muntehe wiha lê zêde kir: "Em amade ne çekên keç û xortên xwe yên şehîd jî hildin û em dê heta dawiyê jî piştgiriyê bidin berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê."

Her wiha, dayika herdu şehîdan; Egîd Ebdullah (Egîd) û Jiyan Ebdullah (Canda Çiya), Munîfe Seîd berxwedana dîrokî ya gerîla silav kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya êrişên xwe yên li dijî gerîla gelê Kurd qir bike."

Munîfe destnîşan kir ku gerîla li hember siyasetên li dijî Kurdistanê berxwedaneke bêhempa dimeşandin û got: "Gelê herêmê xwe tenê dispêre berxwedana gerîla)

Dayika şehîda YJA–STAR'ê Ala Xelef (Hêvîdar), Xerme Elî got: "Em gerîla ne û gerîla jî em in. Dewleta Tirk a dagirker nikare me ji armanca me dûr bixe, eger gerîlayek şehîd bikeve jî li şûnê dê bi hezaran gerîla hebin."

Xerme Elî piştrast kir ku divê gel xwe li hember siyasetên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bi rêxistin bike û soza şopandina rêya şehîdan û fikrê Rêber Abdullah Ocalan heta pêkanîna serkeftinê da.

(mh/şx)

ANHA