`Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan divê gelê herêmê bibe yek`

Şêniyên Minbicê teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û bang li gelên azad ên cîhanê kir ku piştgiriyê vê têkoşîna wan bikin.

`Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan divê gelê herêmê bibe yek`
18 tebax, 2023   00:37
MINBIC

Şêniyên bajarê Minbicê der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivîn.

Welatiyê bi navê Îbrahîm El Îsa El Caberî got: "Dewletên kapîtalîst li dijî fikrê Rêber Abdullah Ocalan in; ji ber ku ew banga yekitiya gelan dike û gelê me jî bi saya fikrê wî gelek destkeftî bi dest xistin."

Îbrahîm bang li dewletên berpirs kir ku wedî li rola xwe derkevin û got: "Tenê Rêber Abdullah Ocalan daxwazên gelan dizane."

El Îsa di dawiya axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk a dagirker gefa kuştinê bi rêya nameyan li Rêber Abdullah Ocalan dixwe; da ku îradeya wî û ya me jî têk bibe. Îradeya me tu carî têk naçe û em ê heta dawiyê banga têkbirina tecrîdê bikin."

'EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN'

Têkildarî heman mijarê, welatiya bi navê Îlham Serdar wiha axivî: "Jinên Minbicê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin. Rêber Abdullah Ocalan piştgiriyê dide azadiya jinan û rola wan di civakê de, ji ber wê jî dewletên kapîtalîst şerê wî dikin. Me di bin siya neteweya demokratîk de xwe nas kir û em êdî di hemû qadên jiyanê de beşdar in."

Îlham destnîşan kir ku jinên Minbicê dê heta bidawîkirina tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin.

'EM BANG LI GELÊN AZAD DIKIN KU PIŞTGIRIYÊ BIDIN ME'

Endama Komîteya Lihevanînê ya xeta rojava Fatme El Mensûrî got: "Em berê bindest bûn û me mafên xwe nas nedikirin, lê piştî ku me fikrê Rêber Abdullah Ocalan nas kir em rizgar bûn û em êdî di hemû komîteyan de beşdar in."

Fatme El Mensûrî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew amade ne ji bo Rêber Abdullah Ocalan ruhê xwe jî feda bikin û got: "Em bang li gelên azad ên cîhanê dikin ku li kêleka wan bin û piştgiriyê bidin wan."

'EM HETA PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YEK IN'

Welatiyê bi navê Şêxo Mihemed Afad got: "Gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan êdî nikarin îradeya gelên bi fikrê wî bawer dikin, têk bibe."

Afad wiha lê zêde kir: "Me gelek zehmetî ji ber dewleta Tirk a dagirker kişandin ji ber ku wê çeteyên DAIŞ'ê derbasî herêmê kirin û gelê Sûriyeyê kuşt."

Şêxo bang kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, divê gelê herêmê bibe yek û got: "Em ê heta dawiyê li hember dewleta Tirk a dagirker yek bin."

(mh/şx)

ANHA