Bi dîmen çeteyên dewleta Tirk agir bi darên Til Temirê dixin

Ajansa me bi dîmen dema çeteyên dewleta Tirk adagirker agir bi darên zeytûnê yên gundê Qasimiye yê dagirkirî dixin, kişandin.

Bi dîmen çeteyên dewleta Tirk agir bi darên Til Temirê dixin
Bi dîmen çeteyên dewleta Tirk agir bi darên Til Temirê dixin
Bi dîmen çeteyên dewleta Tirk agir bi darên Til Temirê dixin
Bi dîmen çeteyên dewleta Tirk agir bi darên Til Temirê dixin
17 tebax, 2023   15:35
HESEKÊ-ARAM EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêkanîna sûcan li herêmên dagirkirî didomînin. Hemwextî wê rojane êriş herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.

Ajansa me, dema çeteyên dewleta Tirk a dagirker agir bi darên zeytûnê yên gundê Qasimiye yê dagirkirî yê bakur rojavayê navçeya Til Temirê dixin, bi dîmen kişand.

Li gor nûçegihanê me, ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gund dagir kiriye, şêniyên wê koçber kirin, malên gundiyan wêran kirin û dizîn.

Ji wêneyan; malên wêranbûyî ku heta derî û pencereyên wê hatine dizîn xuya dibin. Her wiha di dîmenê de komeke çeteyan xuya dibin ku agir bi darên zeytûnê yên gund dixin.

(şx)