Çete 2 erebeyên hişbirê derbasî Efrînê dikin

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo derbasbûna 2 erebeyên hişbirê ber bi kantona Efrînê ve, di rewşeke awarte de ne.

Çete 2 erebeyên hişbirê derbasî Efrînê dikin
17 tebax, 2023   12:39
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Kîmarê yê dagirkirî yê Şêrawayê da ku 2 erebeyên hişbirê yên ji bajarokê Nubil û Zehrayê yên li bakurê Helebê ve ber bi Efrînê ve derbas bikin, ketine rewşeke awarte.

Çavkaniyan aşkera kir 2 erebeyên bi hişbirê hatine barkirin, dê derbasî Efrînê bibin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, çeteyên Feyleq El Şam ên dewleta Tirk a dagirker ji bo hêsanbûna derbaskirina hişbirê di navbera herêmên serweriya hikumeta Şamê û gundên navçeya Şêrawayê de, qedexeya derketinê li gundê Birc Heyderê yê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê ferz kirine.

Rêxistinê diyar kir ku çeteyên Feyleq El Şam erebeyeke bi 5 kîlo eroîn û zêdetirî milyonek û nîv hebên Captagonê di 15 sandoqên textî de li ser bi zimanên tirkî û farisî hatine nivîsandin "dermanên şûştinê" derbasî Efrînê kir. Ew yek bi rêya bajarokên Nubil û Zehrayê di gundê Birc Heyderê yê navçeya Şêrawayê re derbasî kantona Efrînê ya dagirkirî kirin.

(fr)

ANHA