​​​​​​​Şêwirmendê qebîleya El Cibûr: Em ji daxwaza xwe nayên xwarê

Şêwirmendê qebîleya El Cibûr diyar kir ku ew ji daxwaza xwe ya rakirina serçeteyê Dîfa El Wetenî û muhasebekirina wî nayên xwarê.

​​​​​​​Şêwirmendê qebîleya El Cibûr: Em ji daxwaza xwe nayên xwarê
17 tebax, 2023   09:04
HESEKÊ – ARAM EHMED

Duh dan û standinên di navbera qebîleya El Cibûr û berpirsên hikumeta Şamê de têk çûn û daxwaza qebîleyê ya rakirina serçeteyê Dîfa El Wetenî Ebdulqadir Hemo û muhasebekirina wê bi cih nehatin. Li ser vê yekê aloziya di navbera her du aliyan de hîna dewam dike.

Şêwirmendê qebîleya El Cibûr Ekrem Mehşûş bi rêya telefonê ev agahî dan ajansa me " Nakokiyên di navbera berpirsên hikumeta Şamê û milîsên Dîfa El Wetenî de kûrtir dibin. Sedema vê yekê ew e ku parêzgerê Hesekê jî di nav de, berpirsên hikumetê nikarin fermandarê milîsên Dîfa El Wetenî rakin û hesab jê bixwazin  û nikarin Dîfa El Wetenî tune bike. "

Mehşûş anî ziman ku ji ber nakokiyên di navbera Dîfa El Wetenî û berpirsên hikumeta Şamê de, fermandarên leşkerî yên hikumeta Şamê bi amadebûna parêzgerê Hesekê û hêzên Rûsyayê civînek li dar xist, da ku serçeteyê Difa El Wetenî ji herêmê were derxistin.

Ekrem Mehşûş got: "Em ji daxwaza xwe ya rakirina fermandarê milîsên Dîfa El Wetenî û muhasebekirina wî nayên xwarê."

Aloziya di navbera qebîleya El Cibûr a Ereb û çeteyên Dîfa El Wetenî de ji 13'ê Tebaxê de dewam dike. Alozî piştî ku çeteyekî koma navborî li şêxê qebîleya El Cibûr Ebdulezîz El Mislit xist, derket.

(bb)

ANHA