​​​​​​​′Ji bo Kurdan Pêngava 15′ê Tebaxê vejîn e′

Kesayetên neteweyî diyar kir ku Şoreşa Rojava temamkirina Pêngava 15′ê Tebaxê ye û di dîroka gelê Kurd de guherînek çêkir û got wê kurd vejand.

​​​​​​​′Ji bo Kurdan Pêngava 15′ê Tebaxê vejîn e′
16 tebax, 2023   00:36
HESEKÊ-SÎBELCAN SELMAN-EBDULXENÎ EL HAMAN

Pêngava 15′ê Tebaxê ku şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) pêk anîbû di têkoşîna gelê Kurd de guherîneke dîrokî û vejînek e. Di tevgera rizgariya Kurdistanê de bû hêmanekî bingehîn.

′BI SAYA WÊ ME BENDA TIRSÊ ŞIKAND′

Welatiyê bi navê Mihemed Nûrî Ehmed ê ji navçeya Til Temirê, çawa bi Pêngava 15′ê Tebaxê bihîstiye, hestên xwe yên wê kêliyê wiha anîn ziman: "Dema ez xwendekarê refa 10 bûm, min li ser kanalên Tirkiyeyê bi Pêngava 15′ê Tebaxê bihîst. Pêngav derbeyeke giran li dewleta Tirk bû. Di heman demê de ji bo gelê Kurd hêviyek bû.”

Ehmed wiha domand: "Piştî pêngavê gelê Kurd bendên tirsê şikandin û bi dehan keç û xort tev li vê şoreşê bûn, bi taybet ji herêmên Rojava da ku armancên wê pêk bînin."

Ehmed wiha pê de çû: "Dema min bi vê pêngavê bihîstiye, ez şaş mam. Gelo çawa komeke biçûk a ciwanan cesaret kir û şerê dewleteke mezin mîna Tirkiyeyê kir û gelek bajar kontrol kirin, mîna Eroh û Şemzînan."

Ehmed diyar kir ku bi saya gelek têkoşeran Pêngava 15′ê Tebaxê hate destpêkirin û wiha pê de çû: "Niha em bi hezaran in. Bi hevgirtin û baweriya me bi fikira Rêber Abdullah Ocalan em dê welatekî ewlehî lê serwer e ava bikin û tevahî gelan di nav aştiyê de bijîn."

Welatiyê bi navê Mihemed Baqî Kotî yê ji Til Temirê jî wiha got: “Wê demê em şaş man, çawa komeke biçûk a ciwanan bi çekên sivik li hember dewleteke endamê NATO′yê ku xwedî çekên pêşketî, balafir û moşekan e, şer kir. Lê wê komê bi vînê û mafê parastina rewa xwe xurt û bi çek kiribû."

Kotî wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker di wê demê de digot temenê PKK′ê 2 roj in, lê vaye îro salvegera 39′an a pêngavê ye û kêlek wê jî destkeftiyên mezin hene."

Kotî anî ziman ku dewleta Tirk a faşîst tevahî cureyên pêşketî û qedexekirî yên çekan bi kar anîn, lê nikarî PKK′ê têk bibira. Ji ber ku ew partiyek e ku parastina mafên gelê xwe dike.

′VEJÎNA RIHEKÎ NÛ′

Endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê ya Hesekê Ebdulxenî Osê wiha got: "Pêngava 15′ê Tebaxê ne pêgaveke hêsan bû, lê guherîneke dîrokî di dîroka Kurdan û tevahî gelên azadîxwaz ên cîhanê de bû û nûnertiya tevgera rizgariya Kurdistanê kir."

Osê wiha domand: "Tevgera rizgariya Kurdistanê xwe dispêre hêz û vîna xwe ya ji Pêngava 15′ê Tebaxê girtiye. Ji ber ku ew ji bo me vejîn e. Me ew rih bi çalakî û berxwedana xwe li hember dijminan wergirt; me xwe di tevahî aliyên siyasî, aborî, civakî, çandî û fikrî de xurt kir."

Osê wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev pêngav ji bo me serkeftinek e. Ji ber ku projeya neteweya demokratîk li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş bi ser xist. Şoreşa Rojava berdewama pêngavê ye ku li seranserî cîhanê bûye nimune.”

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X_6X8OeInb0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>