Li Kobanê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê

Xelkê herêma Firatê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bi dirûşma "Bi Pêngava 15'ê Tebaxê em ê dagirkeriyê têk bibin û cenga azadiyê serbixin", pîroz kir.

Li Kobanê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
Li Kobanê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
Li Kobanê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
Li Kobanê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
Li Kobanê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
Li Kobanê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
Li Kobanê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
Li Kobanê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
Li Kobanê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
Li Kobanê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
Li Kobanê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
Li Kobanê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
15 tebax, 2023   19:22
KOBANÊ

Endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê, kesayetên ji parastiyên siyasî jî di nav de, bi sedan şêniyên herêma Firatê salvegera 39'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê pîroz kir. Qada pîrozbahiyê bi wêneyên fermandar Egîd, wêneyên şehîdên têkoşîna azadiyê û yên Rêber Abdullah Ocalan hat xemilandin.

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Avaşîn Misto axivî û li ser girîngiya Pêngava 15'ê Tebaxê got, " 15'ê Tebaxê rojeke pîroz e, roja hişyarkirina gelê Kurd ji xewê ye, her wiha roja ku gelê Kurd li hemberî destpotiyê serî rakir. Ji wê rojê ta roja me ya îro bênavber berxwedan  berdewam dike. Vaye bi rihê wê berxwedanê Şoreşa Rojava çêbû. ''

Avaşîn Misto soz da ku ku wê heta dawî li ser destkeftiyên 15’ê Tebaxê li berxwe bidin û dawî li dagirkeriyê bînin.

Piştre hunermend Silava Bozo, Koma Gîvara û hunermend Şêrîn Menla daketin ser dikê û stran gotin. Li ber stranan govend hatin gerandin.

(bb)

ANHA