`Teqandina guleya yekemîn bi destê şehîd Egîd gelê herêmê vejand`

PYD`ê û şêniyên Reqayê Pêngava 15`ê Tebaxê li taxa Ekrad a bakurê Reqayê pîroz kir.

15 tebax, 2023   19:08
REQA

Di şahiyê de, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl, leşkerî û endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hazir bûn.

Di şahiyê de, dayîkên şehîdan meşeleya cejna vejînê vêxist.

Dûre hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Cîhad Hesen axivî û got: “Pêngava 15`ê Tebaxê rojeke dîrokî ye ku gelê Kurd li hember dewleta Tirk a faşîst û mêtinger serî hilda.”

Hesen di dawiyê de got: “Dema em vê rojê bi bîr tînin, divê em fêm bikin ku mîraseke şaristanî ye. Mîrasa parastina nirxên Rojhilata Navîn e. Mîrasa berxwedana li hember koletî û zulmê ye.”

Bi navê PYD`ê endamê partiyê Izedîn Şêxî axivî û pêngav pîroz kir. Şêxî wiha axivî: “Teqandina guleya yekemîn bi destê şehîd Mahsûm Korkmaz, gelên herêmê vejand.”

Di şahiyê de hin helbestên bi zimanên kurdî û erebî hatin pêşandan. Her wiha beşdaran li ber stranan xelekên govendê gerandin.

(şx)

ANHA