Şehîdên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn

Li Dêrazorê şehîdên komkujiya Şiêtatê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Şehîdên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn
15 tebax, 2023   12:46
DÊRAZOR

Beriya 9 salan wekî îro çeteyên DAIŞ'ê li gundewarê rojhilat ê Dêraozrê komkujiyek li diîj eşîra Şiêtat pêk anî. Di encamê de zêdetirî hezar û 200 şêniyên ji eşîra Şiêtat bûn qurbanî.

Bi vê wesîleyê  merasîmeke li goristana Şehîdên Firatê ya bajarê Ebû Hemam hat lidarxistin. Bi sedan şênî, di nav de malbatên qurbaniyên komkujiyê, şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîmê bûn.

Ji fermadnarên Meclisa Leşkerî ya Hecînê Întîqam Şihêl axivî û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.

Şihêl got: "Di komkujiya ku çeteyên DAIŞ'ê beriya 9 salan kiribû de, zêdetirî hezar û 200 sivîl hatin qetilkirin û zêdetirî hezar kes hatin revandin û bi hezaran şêniyên eşîra Şiêtan hatin koçberkirin."

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş got: "Di vê kêliya biêş de em li vir kom bûne da ku qurbaniyên vî komkujiya hovane ya di dîroka mirovahiyê de bi bîr bînin, ku çeteyên terorîst li dijî şêniyên me yên eşîra Şiêtat a Ereb  a resen pêk anîbû."

El Mihbaş bal kişand ser berxwedana eşîra Şiêtat û wiha got: "Lehengiya eşîra Şiêta bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokî de hatiye nivîsandin. Em bi lehengiya wan serbilind in. Heta me sax bin em ê şehîdên vê komkujiya hovane bi bîr bînin."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Dêrazorê Fatima Merwan jî sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiyê re xwest û  berxwedana QSD'ê silav kir.

Fatime diyar kir ku şêniyên Dêrazorê wê şopdarên xeta şehîdan bin.

Bi navê Meclisa Jinan a gundewarê rojhilat ê Dêrazorê endama meclisê Ayde El Colan sûcên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî şêniyên herêmê şermezar kir û got: "Silav ji bo hevjîn, zarok û malbatên şehîdan ku zarokên xwe di oxira parasitna xaka xwe de dane. Em bi fedakariyên şehîdan serbilind in."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêraozrê Ebdulxanî El Lewha jî şehîd bi bîr anîn û got: "Bi saya şehîdan em li vir kom bûne. Em çiqasî biaxivin, em nikarin heqê şehîdan bidin."

Beşdaran banga hesabpirsînê ji çeteyên DAIŞ'ê kir.

(bb)

ANHA