Di depoyên çekan ên hêzên hikumeta Şamê de teqîn

Li gundewarên Şamê teqîn di depoyên moşekan ên hêzên hikumeta Şamê de çêbûn.

Di depoyên çekan ên hêzên hikumeta Şamê de teqîn
15 tebax, 2023   08:39
NAVNDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şeva duşemê di depoyên moşekan ên ‘Lîwa 81’ a girêdayê Firqeya 3'yemîn a hêzên hikumeta Şamê de teqîn çêbûn.

SOHR’ê da zanîn ku teqîn derdora 4 kîlometreyan dûrî navenda herêma Rehîbiya ya Şamê pêk hatin û di encamê de ziyanên madî çêbûn. Têkildarî kuştiyan agahî nehatin parvekirin.

Li gorî SOHR’ê, devera ku teqîn lê çêbûye ji sala 2006'an ve di bin kontrola Hizbullahê de ye û hebûna hêzên hikumeta Şamê şeklî ye. Ji vê demê ve li herêmê depoyên çek û moşekan ên Hizbullahê hene.

(bb)