Meclisa Jinan a PYD′ê sûcên li Efrînê şermezar kirin

Meclisa Jinan a PYD′ê sûcên li Efrîna dagirkirî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û sûcê tecawizkirina zarokekê li navçeya Cindirêsê, şermezar kirin.

Meclisa Jinan a PYD′ê sûcên li Efrînê şermezar kirin
15 tebax, 2023   11:58
HELEB

Endamekî qaşo ′Meclisa Xwecih′ li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî bi navê Zekeriya Bistanî û kurê wî Nesir Bistanî zarokeke 14 salî ji mala wê di bin gefên qetilkirina malbata wê de revand û dûre tecawiz lê kiribû.

Ji bo şermezarkirina vî sûcî, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da. Endama rêveber a meclisê Sena Mihemed li pêş navenda PYD′ê ya li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi beşdariya bi dehan endamên jin ên partiyên siyasî û saziyên sivîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji dema dagirkirina Efrînê di 2018′an de kir; sûcên li dijî jinan û zarokan. Herî dawî jî sûca tecawîzkirina zarokeke 14 salî.

Di daxuyaniya meclisê de bal kişand ser kiryarên guhartina demografîk li herêmên dagirkirî; qetilkirin, wêrankirin û sûcên revandinê û koçberkirinê li pêş çav û guhên cîhanê.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di vê dawiyê de li dijî gel bi rê û rêbazên cuda bi rêya teşwîqa vegera li Efrînê bi sozên derew şerê taybet dimeşînin, da ku siyasetên xwe yên qirêj biemşînin; qetilkirin û tecawîzkirin. MÎT′a Tirk jî bi rêya hin ajanên xwe bang li koçberên Efrînê yên berxwedêr ên li kantona Şehba û Helebê dike ku vegerin Efrînê. Lê êdî gel lîstikên dewleta Tirk û projeyên wê yên dagirkirinê baş dizane.

Di dawiyê de meclisê got ew heta veger û rizgarkirina her bihosteke axa Sûriyeyê dê têkoşînê dewam bikin û soz didin ku li dijî tevahî şêweyên tundiya li dijî jinan bisekinin.

(fr)