PYD: Destkeftiyên Kurdistanê berhemên Pêngava 15'ê Tebaxê ne

PYD'ê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got "Zanebûna civakê, birêxistinbûn, destkeftiyên siyasî, dîplomatîk û çandî ku li Kurdistanê hatine bidestxistin berhemên Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an in."

PYD: Destkeftiyên Kurdistanê berhemên Pêngava 15'ê Tebaxê ne
15 tebax, 2023   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê salvegera 39'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê li gelê Kurd û gelên Mezopotamyayê pîroz kir, fermandarê pêngavê Mahsûm Korkmaz (Egîd), tevahî şehîdên rêwîtiya Pêngava 15'ê Tebaxê, bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Pêngava 15'ê Tebaxê berhema têkoşînê ya ku ji Newroza 1973'yan ve dest pê kiriye û berhema berxwedana zindana Amedê ya sala 1982'yan û fedakariyên mezin in ku li hemberî dijminên gelê Kurdistanê hatine dayîn.

Di dewama daxuxyaniyê de hate diyarkirin: "Pêngava 15'ê Tebaxê ne tenê wekî ragihandina têkoşîneke çekdarî ya ji rêzê ye, bi qasî ku di aliyê raman, qadên têkoşînê, çand û girêdana bi nirxên mirovî û demokrasiyê de duryanek di rêgeha jiyana gelê Kurd û gelên Mezopotamyayê de ye.”

PYD'ê daxuyand ku zanebûn, birêxistinbûn, destkeftiyên siyasî, dîplomasî û çandî ku li her çar aliyên Kurdistanê û derveyî wê hatine bidestxistin berhemên Pêngava 15'ê Tebaxê ne.

PYD'ê di dawiya daxuyaniyê de got: “Em soz didin şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan ku em ê bi xet û têkoşîna wan ve girêdayî bin, heta ku xeyalên wan ên azadiya gelan û jiyana hevbeş a li gorî projeya neteweya demokratîk bi cih bînin.”

(bb)

ANHA