Li Colemêrgê 30 kes hatin binçavkirin

Li Colemêrg û navçeyên wê operasyonên qirkirina siyasî hate kirin û nêzî 30 kesî hatin binçavkirin.

Li Colemêrgê 30 kes hatin binçavkirin
15 tebax, 2023   06:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Colemêrgê, navçeyên wê Gever û Çelê polîsan di heman demê de girtin ser gelek malan. Dayikên Aştiyê jî di nav de, nêzî 30 kesî hatin binçavkirin.

Kesên hatine binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Colemêrgê.