Nadine Maenza: DYA ji bo berjewendiyên xwe ji rastiyê direve

Seroka Sekreteriya Desteya Navneteweyî ya Azadiya Olî û lêkolînera Navenda Wilson a Amerîkayê Nadine Maenza daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYA'yê ku guhertina demografiyê li Efrînê înkar dike, rexne kir û destnîşan kir ku DYA ji bo berjewendiyên xwe rastiyê vedişêre.

Nadine Maenza: DYA ji bo berjewendiyên xwe ji rastiyê direve
15 tebax, 2023   06:48
QAMIŞLO - MIHEMED EBDO

Seroka Sekreteriya Desteya Navneteweyî ya Azadiya Olî û lêkolînera Navenda Wilson a Amerîkayê Nadine Maenza têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û guhertina demografiya herêmên dagirkirî, her wiha helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li hemberî guhertina demografiyê ji ANHA'yê re axivî.

Nadine Maenza têkildarî daxuyaniya dawîn a berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Matthew Miller ku guhertina demografiyê li Efrîn û deverên din ên dagirkirî înkar kir û daxuyaniya hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd axivî.

Nadine Maenza got: “Bê guman siyaseta ku tê meşandin guhertina demografiyê ye û Bedran Çiya Kurd mafdar e. Guhertina demografiyê ya ku Tirkiye dide meşandin, ecêb e. Tirkiye koçberên ji deverên din tîne û li deverên Kurdan bi cih dike, di heman demê de dest datînin ser malên Kurdan, mesîhî û êzidiyan.”

'MILLER ŞAŞ E'

Nadine Maenza destnîşan kir ku ev kiryar derqanûnî ne û destnîşan kir ku berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê şaş e. Her wiha anî ziman ku ku wezaret dizane armanca dewleta Tirk ji dagirkirinê guhertina demografiyê ye.

Nadine Maenza diyar kir ku DYA di hinek xalan de berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re di ser eşkerekirina heqîqetê re digire û got: "DYA li pêşberî hinek mercan e ku hewl dide Tirkiyeyê nêzî xwe bike û rê li ber wê bigire da ku xwe nêzîkî Rûsyayê neke. Metirsiyên rasteqîn hene ku têkiliyên her du welatan xirab bibin. Lê ya ku Tirkiye dike DYA'yê bi hêrs dike. Yên xetên sor an jî sînoran derbas bikin, qetilkirina sivîlan bidomînin û îstiqrara herêmê xirab bikin, divê ji aliyê DYA'yê ve werin muhasebekirin."

'RÊVEKIRINA LI BER TIRKIYEYÊ TÊ WATEYA ZÊDEBÛNA SÛCÊN LI DIJÎ SIVÎLAN'

Nadine ji ber erêkirinên ku DYA dide dewleta Tirk ku êrişên li dijî herêmê bidomîne, xemgîniya xwe anî ziman û diyar kir ku heke DYA bê deng bimîne dê êrişên zêdetir werin kirin û got: "Heke DYA bide dû heqîqetê divê kiryarên Tirkiyeyê dijî qanûnên navneteweyî bibîne. Jixwe heqîqet ev e."

'DIVÊ AMERÎKA ÊRIŞAN RAWESTÎNE'

Nadine bang li Amerîkayê kir ku li hember dewleta Tirk a dagirker bisekine û êrişên wê rawestîne û got: '' Wekî hûn dizanin dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi xurtî bi Rêveberiya Xweser re kar dike û têkiliyên xurt di navbera Rêveberiya Xweser û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de hene. Dema min wekî nûnera Komîteya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî dest bi kar kir, wê demê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi Rêveberiya Xweser re nediaxivî, lê bi Hêzên Sûriya Demokratîk tenê re diaxivî, niha têkilî hene, ceza hatine rakirin, hemû cûreyên destekê pêşkêş dike, her wiha di jinûve avakirinê û pekanîna istiqrarê de hinek destek da.''

Nadine diyar kir ku di hundirê wezareta karên derve ya Amerîkayê de hin alî piştgiriyê didin Rêveberiya Xweser û hin aliyên din jî piştgiriyê didin Tirkiyeyê da ku hovîtiya xwe li herêmê bidomîne.

'RAPOREK JI BO KONGREYÊ DER BARÊ ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ DE HATIYE ŞANDIN'

Nadine Maeza destnîşan kir ku di 3'yê Tebaxê de mufetişê giştî yê Neteweyên Yekbûyî raporek pêşkêşî Kongreya DYA’yê kir û got, di raporê de de hikumeta Amerîkayê ji ber bêdengiya wê ya li hember êrişên balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê û êrişên din ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine rexenkirin.

Nadine Maenza çend xalên di raporê de diyar kirin; êrişên Tirkiyeyê şerê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ê li dijî DAIŞ'ê asteng dike û êrişên dewleta Tirk ewlehiya herêmê xirab dike û niştecihên wê ditirsîne.

Seroka Sekreteriya Desteya Navneteweyî ya Azadiya Olî û lêkolînera Navenda Wilson a Amerîkayê Nadine Maenza di dawiya axaftina xwe de got kiryarên dewleta Tirk a dagirker ne li gorî berjewendiyên DYA’yê û ne li gorî yên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

(mh/bb)

ANHA