​​​​​​​Qebîleya El Cibûr muhlet da Dîfa El Wetanî da ku ji herêmê derkevin

Qebîleya El Cibûr muhlet da endamên Dîfa El Wetanî yên girêdayî hikumeta Şamê da ku ji çargoşeya ewlekariyê ya Hesekê derkevin. Şêwirmendê qebîleyê Ekrem Mehşûş got “Neheqiya li qebîleyê hatiye kirin, neheqiya li tevahî şêx û rûspiyên eşîran e.”

​​​​​​​Qebîleya El Cibûr muhlet da Dîfa El Wetanî da ku ji herêmê derkevin
14 tebax, 2023   11:46
HESEKÊ – ARAM EHMED

Endamên Dîfa El Wetanî yên girêdayî hikumeta Şamê duh li Hesekê li rûspiyekê qebîleya El Cibûr da û heqaret lê kir. Li hemberî vê yekê qebîleya El Cibûr li çargoşeya ewlekariyê ya Hesekê nerazîbûn nîşan da û alozî derket.

Çavkaniyekî taybet ji ajansa me re diyar kir ku aloziya di navbera Dîfa El Wetanî û qebîleya El Cibûr de dewam dike. Her wiha got qebîleya El Cibûr muhlet daye endam û fermandarê Dîfa El Wetenî ku ji bajar derkevin.

Şêwirmendê qebîleya El Cibûr Ekrem Mehşûş li ser mijarê ji ANHA'yê re axivî.

Ekrem Mehşûş got: "Duh (Yekşemê) dema ku Şêx Ebdulezîz El Mislit ku yek ji sembolên eşîra El Cibûr e, di erebeya xwe de bû, komeke çeteyên Dîfa El Wetanî û serokê wan li naverasta bajar û li ber çavê her kesî lê xist û heqaret lê kir. Ev hemû bi hinceteke derew e ku biraziyê Şêx Ebdulezîz El Mistil ê ajokarê erebeyê bû, ji ber qerebalixa trafîkê li endamekî wan daye.”

Mehşûş diyar kir ku piştî li Şêx Ebdulezîz dan, tevahî qebîle seferber bû û civiya da ku sedemên vê lêdanê nas bikin. Mehşûş got: "Tu sedem tune bûn ku ev kiryar were kirin. Lê belê komployeke li dijî wî bû, ji ber ku Şêx Ebdulezîz ji bo ku kar û barên qebîleya xwe bi rê ve bibe, li Rêveberiya Xweser vedigere."

Ekrem Mehşûş anî ziman ku çeteyên Dîfa El Wetanî bi vê kiryarê xwest nameyekê bide tevahî şêxên eşîran ku bi Rêveberiya Xweser re dan û standinê nekin û wiha domand: "Piştî civînê, qebîleyê biryar da ku bi awayekî aştiyane derbasî çargoşeya ewlekariyê bibe, bigirin ser avahiya çeteyên Dîfa El Wetanî û derketina wan ji herêmê bikin ku ji 6 salan ve gendelî li herêmê belav kirine.”

Mehşûş diyar kir ku tevahî qebîle û eşîrên ji Reqa û Dêraozrê piştgiriya xwe bi qebîleya El Cibûr re nîşan da û got: “Piştî ku zarokên me bi ser çargoşeya ewlekariyê de girt, rûspiyên eşîran bi berpirsên dewleta Sûriyeyê re civiyan da ku ew were tunekirin, her wiha muhlet heta saet 18:00'an daye, ji bo ku ev milîs werin betalkirin.

Em li benda saet 18:00'an in. Eger encam erênî bin û li gorî daxwazan be, dê daxuyaniya qebîleyê hebe."

(bb)

ANHA