​​​​​​​YBŞ: Em ê bi ruhê 15'ê Tebaxê têkoşînê geş bikin

YBŞ'ê: Em pêşengên xwe Mam Zekî, Seîd Hesen û hemû şehîdên fermanê û têkoşîna azadiya Şengalê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza bi ruhê 15’ê Tebaxê bilindkirina têkoşînê didin.

​​​​​​​YBŞ: Em ê bi ruhê 15'ê Tebaxê têkoşînê geş bikin
14 tebax, 2023   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi wesîleya 39’emîn salvegera Cejna Vejînê Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê got: “Weke tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên pîroz û bi wate ne. Bê guman ji bo gelê Kurd û hemû gelên Kurdistan û heremê jî 15’ê Tebaxê rojek pîroz û mîlade ke. 15’ê Tebaxê ji bo hemû gelên herêmê hêviya azadî û li hember dijmin jiyan ji nû ve rexistinkirinê ye. Li ser vê bingehê em cejna vejînê di serî de li gelê xwe, li gelên heremê û hemû gelên bindest pîroz dikin û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin. Dewleta faşîst û qirker a Tirk her tim êrişî pîroziyên gelên Kurdistan û heremê dike. 15’ê Tebaxê çawa ku wek roja vejînê be, ji bo civaka me di heman demê da roja ferman û şehîdane jî. Dijmin vê roja pîroz, ji bo gelê me yê Êzidî vegerandine rojek tarî. 14’ê Tebaxê li gundên Til Izêr, Siba Şêx Xidir, 15’ê Tebaxê jî li gundê Koço komkujî hatin kirin. Dîsa di 15’ê Tebaxa 2018’an dewleta faşîst bi êrişekî namerdane Mam Zekî şehîd xist. Ji fermandarê tevgera me, hevrêyê me û pêşengê gelê me Seîd Hesen jî bi heman rêbazê şehîd xistin. Dîsa roja 17’ê Tebaxê li gundê Sikêniyê bi êrişek hovane li ser nexweşxaneyê qetlîam çêkir. Li ser vê bingehê em hemû şehîdên van qetlîama bibîr tînin û soza serkeftina têkoşîne didin.

Dewleta faşîst a Tirk bi destê çeteyên DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî çanda me, baweriya me û xwesteka me ya azadiyê kir. Li hember van dijminên mirovahiyê di pêşengtiya Mam Zekî û Seîd Hesen da, gelê me xwe rêxistin kir û têkoşîna azadî û rizgariyê da destpê kirin. Di vê çarçoveyê de ji bo, ji fermanan re bibe bersiv û jiyana azad ava bikin di pêşengtiya Mam Zekî û Seîd Hesen da YBŞ’ê hate ava kirin. Ji bo Şengalek azad û demokratîk di vê mehê de bi sedan şehîd hat dayîn.

Dewleta faşîst a Tirk û hevkarê wê PDK’ê di êrişên dijî tevgera me û gelê me dixwaze tola têkçûna DAIŞ’ê bigre û fermana 3’yê Tebaxa 2014’an encam bike. Bi vê armancê li ser axa me her roj êrişên esmanî pêk tînin û şerê taybet û psîkolojîk dimeşînin. Dewleta faşîst ji bo xwe bigihîne armanca xwe ya Mîsakî Mîllî, Şengalê ji bo xwe wek deriyek dibîne. Ji bo vê jî dixwaze çanda têkoşîna gelê me ya dirokî bişkîne û têk bibe. Di dîrokê de jî bi dehan komkujî û ferman bi destê dewleta Tirk pêk hatiye. Bi fermana 2014’an û şehîdxistina peşêngên me Mam Zekî û Seîd Hesen dixwastin îrade, rêxistinbûyîn û parastina cewherî ya gelê me tesfiye bikin. Li hember vê yekê gelê me vedigere Şengalê û di nav aramî û ewlehiyê de têkoşîna jiyana azad, rêxîstinbûyîn û xwe parastinê mezin dike.

Mam Zekî û Seîd Hesen hemû jiyana xwe ji bo gelê xwe jiyanek azad bi afirînin bi têkoşînek bêhempa derbas kirin. Di vê têkoşînê da tu carî paşde gav ne avêtin. Em jî wek şervanên fermandar û pêşengên xwe Mam Zekî û Seîd Hesen tu carî paşde gav neavêjin û heta xeyalê wan ya Şengala azad pêk bînin em ê têkoşînê bilind bikin. Dost û dijmin, bila herkes bizane ku her şehadetek hêza me ya tolhildan, berxwedan û serkeftinê mezin dike. Dijminê me wê bi ruhê 15’ê Tebaxê bi têkoşîn û berxwedanê ve têk biçe. Ew ruh, ruhê serkeftinê ye. Li derdora vê ruhê de tevgera me xwe rêxistin kiriye û ev ruh wê me bibe serkeftinê. Em bi berdêlên hatî dayîn û bi ruhê 15’ê Tebaxê niha di demê xwe yê herî xurt de dijîn.

Divê hemû gelê me bi pêşeng û şehîdên xwe serfiraz bin. Divê di rêka şehîd û pêşengên xwe da bimeşin û ji bo bîranîna wan têkoşînê mezin bikin. Ji bo vê, pêwîste gelê me vegere Şengalê û di avakirina jiyana azad, rêxistinbûyîn û xwe parastinê de cihê xwe bigrin. Bi vê rêbazê ji dijmin hesab bixwazin. Bi wesîleya vê roja pîroz em bang li gelê xwe dikin ku; vegerin ser axa pîroz a Şengalê û refên hêza xwe ya YBŞ’ê da têkoşînê bilind bikin.

Car din em pêşengên xwe Mam Zekî, Seîd Hesen û hemû şehîdên fermanê û têkoşîna azadiya Şengalê cîh girtî bi rêzdarî bi bîr tînin û soza bi ruhê 15’ê Tebaxê bilindkirina têkoşînê didin.”