Keştiyên şer ên Rûsyayê navendên DAIŞ'ê yên çolistana Sûriyeyê hedef girtin

Piştî êrişa xwîndar a li dijî endamên hêzên hikumeta Şamê yên li Dêrazorê, keştiyên şer ên Rûsyayê ku li berava Sûriyeyê ne, bi mûşekan êriş gelek noqte û şikeftên çeteyên DAIŞ'ê yên li çolistana Sûriyeyê kir.

Keştiyên şer ên Rûsyayê navendên DAIŞ'ê yên çolistana Sûriyeyê hedef girtin
13 tebax, 2023   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku keştiyên şer ên Rûsyayê yên li berava Sûriyeyê ne, di çend saetên borî de bi mûşekan êriş noqte û şikeftên li çolistana Sûriyeyê kirin ku çeteyên DAIŞ'ê xwe tê de vedişêrin. Lê tu agahiyên dîtir der barê windahiyan de parve nekirin.

Piştî êrişa xwîndar û ya herî hovane ya DAIŞ`ê li dijî hêzên hikumeta Şamê li çolistana Meyadîn a rojhilatê Dêrazorê, Rûsyayê ev êriş pêk anî. Di êrişa DAIŞ`ê ya li Dêrazorê de, 33 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Tê zanîn ku di çend rojên dawîn de Rûsya ev cara duyemîn e êriş dike.

Di 11`ê Tebaxê de, hêzên hewayî yên Rûsyayê deverên DAIŞ`ê xwe lê veşartine yên li çolistana Reqayê kirine hedef.  

(mh/şx)