Dewleta Tirk li Silêmaniyê li erebeyekê da: 3 kes hatin qetilkirin

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Pênciwênê ya Silêmaniyê erebeyek bombebaran kir. Hate ragihandin ku di encamê bombebaranê de 3 sivîl hatin qetilkirin.

Dewleta Tirk li Silêmaniyê li erebeyekê da: 3 kes hatin qetilkirin
11 tebax, 2023   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews'ê, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya sereke ya navçeya Pênciwênê ya parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê erebeyeke sivîlan bombebaran kir.

Rêveberê bajarokê Nalparêzê yê navçeya Pênciwênê Hêmîn Îbrahîm ragihand, li devera Pley Nalme ya sînorê bajarokê Nalparêz bi balafira bêmirov a biçek êrişî erebeyekê hatiye kirin û erebe bi temamî şewitiye.

Hêmin eşkere kir ku di encama êrişa balafirê de sê kesên ku di wesayîtê de bûn jiyana xwe ji dest dane û got; “Niha tîmên destwerdana lezgîn û polîs li cihê bûyerê ne û hewl didin cenazeyan ji erebeyê derbixin.''

Di 9’ê Tîrmehê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Dûkan-Xelekan erebeyek sivîlan bombebaran kir û di encamê de welatiyek sivîl şehîd bû û du welatî jî birîndar bûn.