​​​​​​​Salek ceza li werzîşvan Masumeh Suleymanî hate birîn

Îranê salek cezayê girtîgehê li werzîşvana xwediya madalyona bronz Masumeh Silêmanî birî. Qadên werzîşê jî lê hatibûn qedexekirin.

​​​​​​​Salek ceza li werzîşvan Masumeh Suleymanî hate birîn
11 tebax, 2023   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeriya dewleta Îranê salek cezayê girtîgehê li pehlewana 36 salî Masumeh Suleymanî birî. Ger ev ceza ji aliyê Dadgeha Temyîzê ya eyaleta Loristanê ve were erêkirin, dê were girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Harana jî diyar kir ku Masumeh Suleymanî ku bi hinceta ‘teşwîqkirina kiryarên tundûtûjiyê li qada sîber’ tê darizandin, beriya niha jî hatibû girtin û qadên werzişê lê hatibûn qedexekirin.