​​​​​​​Li Dêrazorê êrişa DAIŞ′ê: 23 leşker hatin kuştin

Di êrişeke çeteyên DAIŞ′ê ya li dijî erebeyeke leşkerên hêzên hikumeta Şamê de, 23 leşker hatin kuştin û 10 leşker jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Dêrazorê êrişa DAIŞ′ê: 23 leşker hatin kuştin
11 tebax, 2023   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva berê çeteyên DAIŞ′ê li ser rêya Stasyona Duyemîn a li beyarê Meyadînê ya li rojhilatê Dêrazorê êrişî erebeyeke leşkerên hikumeta Şamê kir.

Di encama êrişê de 23 leşker hatin kuştin û 10 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hîna rewşa bi dehan leşkerên hêzên hikumeta Şamê ne diyar e û ji ber birîndariyê dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

Duh, li beyarê Bokemalê ya rojhilatê Dêrazorê, şerekî tund di navbera leşkerên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ′ê de rû dabû. Ew şer piştî 3 rojan ji kuştina 10 leşkeran û birîndarkirina 6 leşkerên hêzên hikumeta Şamê pêk hat.

Li gorî SOHR′ê, ji destpêka îsal ve 402 kes li herêmê hatine kuştin; 157 welatî, 225 leşkerên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê. 20 çeteyên DAIŞ′ê jî di êrişên hêzên hikumeta Şamê û êrişên asîmanî yên balafirênşer ên Rûsyayê de hatine kuştin.

(fr)