​​​​​​​Şerên hişbirê yên li başûrê Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yê vê sibehê behsa tevliheviya ewlehî li başûrê Sûriyeyê, derbeya li Nîjerê û krîza Sûdanê kir.

​​​​​​​Şerên hişbirê yên li başûrê Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ye
11 tebax, 2023   07:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê tevliheviya ewlehiyê ya li Başûrê Sûriyeyê de nûçeyek da û ew rewş bi ′cureyeke nû′ wesif kir.

Rojnameyê di nûçeya xwe de wiha nivîsî: "Desthilat propagandayê dikin ku li başûrê Sûriyeyê li dijî komên hişbirê difiroşin û belav dikin, şer dikin. Lê şîrovekaran jî da zanîn ku ev pêşkêşkirineke siyasî ye, lê di rastiyê de rewş kirêttir bûye û sûîqast rewşa bêîstîqrariyê giran dikin."

Rojnamyê diyar kir ku di 18′ê Tîrmehê de li Derayê leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin. Lê ev yek bi aliyên siyasî ve hate girêdan, ji ber ku kuştî bi têkiliya xwe ya bi qaçaxçîtiya hişbirê û bazirganiya wê dihat naskirin. Di meha borî de 2 êrişên mîna hev pêk hatin û sûîqastkirinan têkiliya xwe bi hişbirê re heye û ji destpêka îsal ve zêdetir bûne.

′ECOWASÊ LI DIJÎ DERBEKARÊN NÎJERÊ HÊZA REZERV SEFERBER KIR′

Rojnameya Şerq El Ewset li ser derbeya li Nîjerê wiha nivîsand: "Rayedarên Koma Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) amade ne ′hêzên rezervê′ yên ji bo vegerandina pergala destûrê li Nîjerê bi kar bînin.

Associated Press jî li ser zimanê berpirsên rojavayî got nûnerên meclisa leşkerî ya Nîjerê gefa qetilkirina Bazom xwar, ger dewletên cîran hewl da destwerdana leşkerî ji bo alîkariya vegerandina desthilata wî bikin.”

′HIŞYARIYA NAVNETEWEYÎ LI SER XETEREYA TÊKÇÛNA SÛDANÊ Û DESTWERDANA BIYANÎ′

Rojnameya El beyan jî têkildarî hişyariya NY′yê ya li ser rewşa Afrîkayê wiha nivîsand: "Di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de şer heye û 5 meh temam kir. Ev yek dê xetereya têkçûyîn û destwerdana leşkerî zêde bike û dê serweriya Sûdanê hilweşe.

Çavkaniyên leşkerî jî anî ser ziman ku asta şer li 3 bajaran; Xertûm, Xertûma Behrî û Um Dirman giran e.

Çavkaniyan diyar kir ku çareseriya leşkerî zehmet e. Ji ber ku şer li taxên niştecihan rû dide."

(fr)